Zimanê Kurdî bo sîstema ezmûna destûra şofêriyê li Kerkûkê hat vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî du mehan ji rawestandina wî, zimanê Kurdî bo sîstema elektronî ya ezmûna teorî ya wergirtina destûra şofêriyê li Birêveberiya Hatûçûna Kerkûkê hate vegerandin, û ji naha û pê ve welatî dikarin bi zimanê Kurdî tevlî ezmûnan bibin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê Hêmin Delo îro Duşemê, 12ê Cotmeha 2026ê, got ku ew heyama du mehan bû bijardeya zimanê Kurdî di sîstema ezmûna teorî (dîtarî) bo parvekirina destûra şofêriyê li Hatûçûna Kerkûkê hatibû rakirin. 

Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere jî kir ku ji ber wê sedemê welatiyên Kurd neçar bûbûn tenê bi zimanê Erebî bersiva pirsyaran bidin, vê yekê jî astengî û girifteke zêde bo wan kesan çê kiribû yên ku xwendina wan bi zimanê Kurdî bûye.

Di vî warî de, Berdevkê Birêveberiya Hatûçûna Kerkûkê Emîd Amer Nerîman di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê ragihand ku bi bizavên Birêveberê Hatûçûna Kerkûkê û piştî hevahengiya ligel aliyên peywendîdar li Bexdayê, arîşe hate çareserkirin û zimanê Kurdî bo sîstemê hate vegerandin.

Berdevkê Hatûçûna Kerkûkê herwesa ragihand ku seranserî wan welatiyên ku dixwazin destûra şofêriyê derbixin, dikarin ji sibe Sêşemê 13ê Cotmeha 2026ê ve bi rengekê fermî bi zimanê Kurdî tevlî ezmûnên teorî bibin.