Welatparêzê Kurdistanê Nurettin Yilmaz jiyana xwe jidest da

Nurettin Yilmaz yek ji girtiyên Doza 49an a hemberî rewşenbîr û welatparêzên Kurdistanê bû

K24 – Navenda Nûçeyan

Nurettin Yilmaz yek ji girtiyên Doza 49an a hemberî rewşenbîr û welatparêzên Kurdistanê bû. Her ji bo têkoşîna xwe ya neteweyî-demokratîk ji bo Kurdistanê çendîn caran di girtîgehan de ma, işkence û tadeyên giran lê hatin kirin, heta dawiya jiyana xwe jî liser rêya welatparêziya Kurdistanê dom kir.

Nurettin Yilmaz di sala 1938an de li Cezîra Botan hate dinê. Yekem car wekî Parlementerê CHP di sala 1973an de kete Parlementoya Tirkiyê de. Piştî wê jî du carên din Parlementerî kir. Herweha wekî welatparêzêk Kurd, yekem car bû kandîdê Serokomariyê Tirkiyê.

Liser daxwaza wî ya dawî, dê li Cezîra Botan spartî ax a Kurdistanê bibe.

 

 

 

C.B