Tirkiyê hişyariyê dide Îranê
Çawîşoglu hişyarî da Taranê, ku PKK xwe amade dike ji bo bi awayekî nişkave êrîşî Îranê bike û ji bo ev metirsî nemîne, pêwîst e Taran alîkariya Enqerê bike û şerê PKKê bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand, ku pêwîst e Îran alîkariya welatê wî bike ji bo rûbirûbûna şaneyên raketî yên gerîlayên PKKê di nav axa Îranê de.
Çawîşoglu hişyarî da berpirsên Taranê, ku PKK xwe amade dike ji bo bi awayekî nişkave êrîşî Îranê bike û ji bo ev metirsî nemîne, pêwîst e Taran alîkariya Enqerê bike û şerê PKKê bike.
Ev yek di demekê de ye, di demên derbasbûyî de, wezîrê bergiriya Tirkiyê ragihandibû, ku welatê wî Iraq û Îran qayil kiriye daku li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, êrîşî PKKê bike, lê ew gotinên wezîrê bergiriya Tirkiyê ji aliyê berpirsên Iraqî û Îranî ve hatin redkirin.
Ev demek e, Hikûmeta Tirkiyê amadekariyê ji operasyoneke berfireh li dijî PKKê li çiyayê Qendîlê dike û bi awayekî berdewam berpirsên Enqerê didin xuyakirin, ku ewê di demeke nêzîk de Qendîlê ji PKKê paqij bikin.
N.O