Rojnamevaneke Kurd li Bexdayê hat azadkirin
Rojnamevana Kurd Deniz Yeşilyurt ku berê hefteyekê li ser daxwaza Tirkiyê li firokxaneya Bexdayê hatibû rizgarkirin, hat azadkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnamevana Kurd Deniz Yeşilyurt ku berê hefteyekê li ser daxwaza Tirkiyê li firokxaneya Bexdayê hatibû rizgarkirin, hat azadkirin.
Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê li Parlementoya Iraqê Arêz Ebdullah ji K24ê re ragihand, “Dadgeha Resafe ya Bexdayê biryar dabû rojnamevana Kurd Deniz Yeşilyurt radestî Tirkiyê bibe, lê ji ber dilniyabûna me ku ew rojnamevan çalak û aştîxwaz e û radestkirina wê jî li dijî destûra Iraqê ye, me karî bi hevkariya çend kesayetan û dezgehên hikûmî wê rojnamevana Kurd rizgar bikin.”
Got jî: “Piştî rizgarkirina rojnamevan Deniz Yeşilyurt, çû Belçîkyayê, ji ber ku mafê nişticihbûna wê li wî welatî heye.”
Arêz Ebdulah da zanîn jî, gelek fişar ji aliyê Tirkiyê ve li ser dam û dezgehên Iraqê hatin kirin, ji bo ew rojnamevan radestî Tirkiye bibe, lê mixabin hîna dezgehên Iraqê bi hişê kevin kar dikin, ji ber wê dadgehê bi asanî biryara desteserkirina wê dabû.
Berî hefteyekê, rojnamevana Kurd Deniz Yeşilyurt li firokxaneya Bexdayê li ser daxwaza Tirkiyê hatibû girtin û terorê hatibû tometbarkirin û dadgeha Resafe jî biryar dabû ku Deniz Yeşilyurt radestî Tirkiyê bibe, lê bi hewla hejmarek kesayetiyên siyasî yên Kurd, hate azadkirin.
Rojnamevana Kurd Deniz Yeşilyurt ji Bakurê Kurdistanê ye, 35 salî ye û li Tirkiyê derbarê wê de biryara 6 sal cezayê zindanîkirinê hatiye dayîn.
S. B