Hêzên Amerîkî daxwaza piştevaniyê ji bo (Bakurê Sûryê) dikin
Fermandarê hêzên taybet yên Amerîka ceneral James Girard ragihand, ku pêwîst e civaka navdewletî alîkariya encûmenên xwecihî yên li Bakurê Sûryê bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Fermandarê hêzên taybet yên Amerîka ceneral James Girard ragihand, ku pêwîst e civaka navdewletî alîkariya encûmenên xwecihî yên li Bakurê Sûryê bike.
Di hevpeyvînekê de li gel rojnameya El-Şerq El-Ewset james Girard, diyar kir ku tevî pêşketinên Hêzên Sûrya Demokrat bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî, lê ev yek rê li ber vegera DAIŞê nagire.
Girard daxwaz ji civaka navdewletî kir ku, alîkariya wan naveçeyan bike, yên ji DAIŞê hatine rizgarkirin û piştevaniya encûmenên xwecihî li Bakurê Sûryê bike.
Wî fermandarê Amerîkî got jî: Hêzên Sûrya Demokat, 97 ji sedî ji axa di destê DAIŞê de bû, li Sûryê kontrol kiriye.
Herwiha got: Tevî ku çekdarên DAIŞê rojên xwe yên dawî dijmêrin, lê hîn jî karînên wan yên diravî hene û dixwazin dubare axa Sûrya û Iraqê kontrol bikin û hejamrek ji serkirdeyên wan yên pile bilind jî karên xwe berdewam dikin.
N.O