Şerê DAIŞê 2 hezar kes li Kurdistanê nebedî kir

Navên 2 hezar û 495 kes ji Kurdên Êzdî, ji aliyê wezareta şehîd û enfalkiriyan ve hatine tomarkirin. Ji wê hejamrê du hezar û 303 kes nebedî ne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan Mehmûd Hecî Salih ragihand, ku di heyama şerê DAIŞê de li Herêma Kurdistanê, bêtirî du hezar kes nebedî bûne.

Mehmûd Hecî Salih eşkere kir, ku di dema şerê DAIŞê de, navên 2 hezar û 495 kes ji Kurdên Êzdî, ji aliyê wezareta şehîd û enfalkiriyan ve hatine tomarkirin. Ji wê hejamrê du hezar û 303 kes nebedî ne û ti zanyarî li ser çarenivîsa wan tine ye".

Wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan, li Hewlêrê beşdarî konfiransa nehiştina tundutîjiya sêksî bû û di wê konfiransê de got: "Niha du hezar û 36 doseyên tawanên tundutîjiya sêksî ji aliyê wezareta wî ve hatiye tomarkirin, ku li dijî keç û jinên Êzdî hatine encamdan, di nav wan de, hezar û 52 kes temenên wan di ser 18 salî de bû û 948 kesên din jî temenên wan di bin 18 salî de bû".

N.O