Dîndar Zêbarî: 3375 Kurdên Êzdî hatine rizgarkirin

Dîndar Zêbarî: Bi mebesta çarekirina wan jinan ji aliyê derûnî ve, heya niha nêzîkî 100 jin, ji bo welatê Almanya hatine şandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêkxerê raspardeyên navdewletî li Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand, ji koma 3 hezar û 546 jinên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, hezar û 465 jin hatine rizgarkirin.

Dîndar Zêbarî got jî: Hikûmet di warê madî û wateyî de erkê rizgarkirina jinên Êzdî yên revandî li stiwê xwe girtiye û heya roja 23ê vê mehê 3 hezar û 375 kes ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Zêbarî eşkere kir, ku heya niha 3 hezar û 146 kesên revandî di bin destê DAIŞê de mane, di nav wê hejmarê de, hezar û 465 jin û hezar û 685 zilam hene.

Navhatî diyar kir, ku bi mebesta çarekirina wan jinan ji aliyê derûnî ve, heya niha nêzîkî 100 jin, ji bo welatê Almanya hatine şandin.

N.O