Ebadî daxwaza danîna çekên PKK dike
Heyder Ebadî daxwaza danîna çekên hemû girûp û rêxistinên çekdar li nav axa Iraqê kir û di nav wan de Partiya Karkirên Kurdistanê.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, di kongirê xwe yê rojnamevanî yê heftane de, daxwaza danîna çekên hemû girûp û rêxistinên çekdar li nav axa Iraqê kir û di nav wan de Partiya Karkirên Kurdistanê.
Ebadî tekez kir ku wan di civîna îro ya Encûmena Wezîran de, gotûbêj derbarê kontrolkirina sêgoşeya sînorî ya di navbera Iraq, Îran û Tirkiyê de kir, ew jî wek nîşanekê li ser navçeyên çiyayên Biradost, Sîdekan, Xwakurk, Kanya Reş û navçeyên sînorî yên derdorê li nav axa Herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê Iraqê diyar kir, ku Hikûmeta Iraqê daxwaz kiriye, tevahiya girûpên çekdar li nav axa Iraq çekên xwe deynin, bitaybet jî PKK.
Ev bûn çend meh bi bihaneya hebûna PKKê, li nav axa Herêma Kurdistanê, top û firokeyên cengî yên Tirkiyê bi berdewamî bordûmana navçeyên sînorî dike û hêzên Tirkiyê nêzîkî 30 kîlometran derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bûn, vê yekê jî tris û dilgiraniyeke zêde li cem gundiyên wan navçeyan çêkiriye û çendîn gund hatine valakirin.
N.O