HSD 25 kes li Dêra Zorê desteser kir
Heya niha HSD 200 çekdar ji hêzên Siwwar El-Reqa desteser kiriye û hîn jî alozî li bajarokî Şihêl berdewam in.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûrya Demokrat 25 kes ji bajarokê Şihêl yê Dêra Zorê desteser kirin, ji ber ku guman hebû êrîşan pêk bînin.
Çavdêrgeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku Hêzên Sûrya Demokrat di 48 demjimêran de, 25 kes bi tometa ku wan amadekariya encamdana êrîşan dikir, li bajarokê Şihêl yê rojhilatê Dêra Zorê desteser kirin.
Herwiha Çavdêrgehê diyar kir, ku berî niha hejmarek ji şervanên HSDê li wî bajarokî hatibûn revandin, di encamê de HSD qedexekirina çûnûhatinê ragihand û ew kesana piştî ragihandina qedexekirina derketinê li wî bajarokî desteser kir.
Heman jêderî zelal kir, ku heya niha HSD 200 çekdar ji hêzên Siwwar El-Reqa desteser kiriye û hîn jî alozî li wî bajarokî berdewam in.
N.O