Li Efrînê 2 teqînan rû da: Kuştî û birîndar hene

Li nava bajarê Efrînê du teqînan rûda, kuştî û birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li nava bajarê Efrînê du teqînan rûda, kuştî û birîndar hene.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, îro danê nîvro otombîleke bombebarkirî li nava Efrînê li meydana peykerê Kawa teqiya.

Da zanîn jî, otombîleke din jî li taxa Vêlat li pêş navenda Polîsa Leşkerî teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, 6 kuştî û 20 birîndar hene.

Dîdevanan diyar kirin, ku hejmarek ji terman bi awayekî şewitîne ku nema nasnameya wan tê naskirin. 

Piştî her du teqînan artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve qedexeya çûnûhatinê di nava Efrînê de ragihandin.