Dadgeha Federalî pirsa şandina petrolê ji aliyê Kurdistanê ve yekalî nekir
Dadgeha Federalî diyar kir, ku ji ber nebûna belgehan, niha nabe Dadgeh ti biryarekê li ser pirsa hinardekirina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, bide.
K24 - Navenda Nûçeyan
Dadgeha Federalî red kir ku biryarê li ser pirsa hinardekirina petrolê ji aliyê Kurdistanê ve bide û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir, ku heger belge li ser nedestûrîbûna hinardekirina petrolê ji aliyê Kurdistanê ve li cem wê hebe, pêşkêşî dadgehê bike.
Piştî ku Hikûmeta Iraqê di çarçoveya daxwazekê de, pirsa firotina petrola Herêma Kurdistanê xist pêşîya Dadgeha Federalî û daxwaz kir, ku derxistin û firotina petrolê bi nedestûrî binav bike.
Îro Dadgeha Federalî bersiva daxwaza Bexdayê da. Di bersiva Dadgeha Federalî de hatiye: Li gorî Destûra Iraqê petrol û gaz samanên hemû gelê Iraqê ne û di çarçoveya biryardanê li ser vê pirsê de, pêwîst e li yasaya derhênan a samanên sirûştî, yan jî li rêkevtinên di navbera Hewlêr û Bexdayê vegerin.
Dadgeha Federalî diyar kir, ku ji ber nebûna belgehan, niha nabe Dadgeh ti biryarekê li ser pirsa hinardekirina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, bide.
N.O