Pêşmerge û hevpeymanan operasyonek li dijî DAIŞê kir
Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li çiyayê Qereçoxê li bakurê Mexmûrê operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê encam dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li çiyayê Qereçoxê li bakurê Mexmûrê operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê encam dan.
Fermandarê Mihwerê Mexmûr - Guwêr ê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê Sîrwan Barzanî ji K24ê re ragihand, operasyona hêza Pêşmerge û Hevpeymanan îro demjimêr 18:00 li ser baregehên DAIŞê li çiyayê Qereçox dest pê kir.
Sîrwan Barzanî da zanîn, di operasyonê hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatine kuştim û termê 3 çekdaran jî ketine destê Pêşmerge û di nava kuştiyan de berpirsê darayî û lojistîk ê DAIŞê li Kerkûkê yê bi navê Ebû Ubeyde naskirî ye heye.