Buldan: Xûla derbasûyî ya Meclisa Tirkiye cihê şermezariyê bû

Hevseroka HDP Perwîn Buldan da xûyakirin, dema derbasbûyî ya parlamentoya Tirkiyê, tabloyeke şermezariyê bû. Hêvî dike, di dema nû de kiryarên weha rû nedin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka HDP Perwîn Buldan da xûyakirin, dema derbasbûyî ya parlamentoya Tirkiyê, tabloyeke şermezariyê bû. Hêvî dike, di dema nû de kiryarên weha rû nedin.

Hevserokên HDPê Perwîn Buldan û Sezaî Temellî tevî hin parlamenterên HDP navên xwe di Parlamentoya Tirkiye de tomar kirin.

Perwîn Buldan da xûyakirin, hêvî dikin di dema nû de, zêdetir bikaribin têkoşîna demokrasî, azadî û mafên mirovan bidin meşandin.

Buldan got, di dema hilbijartinê de 10 parlamenterên wan di zîndanê de bûn û dîsa Parlamentoya nû bi neamadebûna Leyla Guven û Enîs Berberoglu dicive.  Buldan daxwaza berdana parlamenteran kir û got, dema derbasbûyî di dîroka parlamentoya Tirkiyê de dîrokeke şermê bû û hêvî dike, heman tişt di dema nû de, rû nedin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment