Israîl: nedûr e ku em pêwendiyan bi Esed re bikin

Avigdor Lieberman: Ez di wê baweriyê de me ku em gellekî ji destpêkirina pêwendiyan bi rêjîma Sûryê re dûr in, lê dîsa jî em tiştekî dûr nabînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gel pêşveçûnên hêzên rêjîma Sûryê li başûrê wî welatî, wezîrê berevaniya Israîlê Avigdor Lieberman di seredanekê de ji bo navçeya Colanê ragihand, dibe ku hêzên rêjîma Sûryê dest li ser tevahiya navçeyên sînorî bi Israîlê re deynin. 

Avigdor Lieberman di bersiva pirsa rojnamevanan de, derbarê pêşeroja pêwendiyên herdu welatan û egera vekirina deriyê sînorî yê Qunêtira got: Ez di wê baweriyê de me ku em gellekî ji vê egerê dûr in, lê dîsa jî em tiştekî dûr nabînin.

Biryar e roja Çarşemê serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu seredana Mosko bike û pirsa Sûryê li gel serokê wî welatî Vladimir Putin gengeşe bike.

N.O

Fly Erbil Advertisment