Aloziya navxweyî ya CHP berdewam e

Parlamenterên CHP ku banga Kongreya Awarte dikin dan zanîn, îmzeyên bo Kongreyê hatine komkirin 625 derbas kiriye, lê kesên nêzîkî Kemal Kiliçdaroglu dibêjin, hîn jî negihîştiye vê hejmarê

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterên CHP ku banga Kongreya Awarte dikin dan zanîn, îmzeyên bo Kongreyê hatine komkirin 625 derbas kiriye, lê kesên nêzîkî Kemal Kiliçdaroglu dibêjin, hîn jî negihîştiye vê hejmarê.

Parlamenterên CHPê Yaşar Tuzun û Gaye Usluer, bi armanca lidarxistina Kongeya Awarte dest bi komkirina îmzeyan kiribûn. Yaşar Tuzun li ser twîtterê da xuyakirin, duhî êvarê gehîştibûn 619 îmzeyan û niha jî, 625 îmze derbas kirin e, ku ev hejmar bo kombûna Kongreya Awarte têr dike.

Li gor nûçeya Cumhuriyetê, kesên nêzîkî Kemal Kiliçdaroglu dan xuyakirin, alîgirên Muharem Înce negehîştine hejmara 625, lê dîsa jî Kiliçdaroglu biryar daye Kongreya Awarte lidar bixe û piraniya Encumena Partiya biguherîne.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment