Daxwaza azadkirina Andrew Brunson careke din hat retkirin

Daxwaza azadkirina Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson careke din hat retkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Daxwaza azadkirina Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson careke din hat retkirin.

Parêzerê Keşeyê Amerîkî duh serî li dadgehê da û daxwaza rakirina biryara zîndaniya malê û qedexeya derketina derveyî Tirkiyê kir.

Dadgaha Duyemîn a Sizaya Giran a Îzmîrê, daxwaza parêzer retkir û da zanîn, di sedemên zîndaniya mal û derketina derveyî Tirkiyê de tu guhertin nehatiye kirin.

Keşeyê Amerîkî bi tometa alîkariya PKKê û Cemaeta Gulen, dawiya sala 2016'ê hatibû girtin. Zîndanîkirina Keşe bûye aloziyeke mezin di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment