Îsraîl ji vegera Sûriyê bin kontrola Esed kêfxweş e
Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman kêfxweş e bi vegera artêşa Sûriyê ji sînorê bilindahiyên Colanê û tekez dike ku Sûriyê vedigere serdema berê û dikeve bin kontrola fermandariya Beşar Esed.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman kêfxweş e bi vegera artêşa Sûriyê ji sînorê bilindahiyên Colanê û tekez dike ku Sûriyê vedigere serdema berê û dikeve bin kontrola fermandariya Beşar Esed.
Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman îro di konferanseke rojnamevanî de got: “Sûriye vedigere qonaxa berî şerê navxweyî û bin îdareya navendî ya Beşar Esed.”
Derbarê pêşketina artêşa Sûriyê yên vê dawiyê de Avigdor Lieberman diyar kir, bi vegera artêşa Sûriyê bo eniya nêzîkî sînorê Îsraîlê dê rewş aram bibe.
Ev daxuyaniyên Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê di demekê de tên, Nûnerê Rûsyayê bo Sûriyê Alexander Lavrentiev tekez kir, hêzên Îranî bi 85 K.M ji sînorê Îsraîlê bidûr ketine.
Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsya û mîlîşyayên Îranî û Hizbulaha Libnanî di vê dawiyê de herêmê nêzîkî sînorê Îsraîlê ji destê opozîsyona Sûriyê kontrol kiribû.
S. B