WSJ: Almanya dê alîkariya aborî bide Tirkiye
Rojnameya Amerikî Wall Street Journal da diyarkirin ku, Almanya ji ber pêşîlêgirtin a krîzek aborî ya mezin a Tirkiye amade ye alîkariya aborî bigihine Tirkiye

K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnameya Amerikî Wall Street Journal da diyarkirin ku, Almanya ji ber pêşîlêgirtin a krîzek aborî ya mezin li Tirkiye amade ye alîkariya aborî bigihine Tirkiye.
Ligor WSJ, Almanya bawer e ku, krîza aborî ya Tirkiye dikare encamên neyênî hebe û dikare bandorek xerab li Ewrûpa jî bike. Jiber vê egerê Almanya amade ye alîkariya aborî bide Tirkiye.
Hin birêvebirên Yekîtiya Ewrûpa jî van hewlên Almanya bi rast liqelem xistin û diyarkirin ku, gengeşê liser vê pirsê hatine kirin. Heman jêderan gotiye ku, alîkariya aborî ji alî Yekîtiya Ewrûpa ve, pêwîstî bi biryara YE heye.
C.B