Komeleyên Mafên Mirovan banga aştî û çareseriya pirsa Kurdî kirin
Li Enqereya paytexta Tirkiyê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê çalakiyek hat kirin û daxuyaniya hevpar hat dayîn.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Enqereya paytexta Tirkiyê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê çalakiyek hat kirin û daxuyaniya hevpar hat dayîn.
Bi pêşengiya Komeleyên Mafên Mirovan ÎHD, DÎSK, KESK û Komeleya Piştevaniyê ya 10ê Cotmehê li ber Xata Trênê ya Enqereyê ku li vir di 10ê Cotmeha 2015an de ji ber 2 xwekujên endamên DAIŞê 103 kesan canê xwe ji dest dabû, daxuyaniya hat dayîn û banga aştî û çareseriya pirsa Kurdî hat kirin.
Li gel nûner û serkirdeyên komele û sendîkeyan, Parlamentera HDPê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu jî diçalakiyê de amade bû.
Her wiha car caran di navbera çalakvan û hêzên ewlehiya Tirk de nîqaş û gengeşî jî derketin.
Piştî daxuyanî hat dayîn bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Gara Trênê li ber dariyê qerenfîl hat danîn û girse belav bû.
S. B