Bangeşeya hilbijartinê tê paşxistin, lê hilbijartin tên kirin
Tevgera Goranê daxwaza paşxistina bengeşeya hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê kiriye, lê hilbijartin dê di dema xwe diyarkirî de birêve biçe.

K24 – Navenda Nûçeyan
Tevgera Goranê daxwaza paşxistina bengeşeya hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê kiriye, lê hilbijartin dê di dema xwe diyarkirî de birêve biçe.
Li gor zanyariyên jêderekî agahdar, di civîna di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê de, Goranê daxwaz kiriye bangeşeya hilbijartinan hefteyekê ta 11ê vê mehê bê paşxistin. Lê şanda PDKê pêdagirî li ser pêwîstiya birêveçûna hilbijarinan di dema xwe ya diyar de birêve biçe.
Îro şandeke PDKê serdana avahiya sereke ya Tevgera Goran li bajarê Silêmaniyê kir û li gel berpirsên pilebilind ên Goranê civiyabû.
Her çend e, hîna Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê bi fermî biryara paşxistina bangeşeya hilbijartinê nedaye, lê tê pêşbînîkirin ku îro êvarê biryara paşxistinê bide.
Li gor biryara Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê pêwîst bû bangeşeya hilbijartinan ji sibe 5ê Îlonê ve dest pê bikira, lê tê çaverêkirin bo 11ê vê mehê bê paşxistin.
S. B