Rûsya: Liser bakurê Suriye ligel Tirkiye di pêwendiyê de ne
Balyozê Rusyayê yê Enqereyê ragihand: Ew di derbarê meseleya bakurê Suriyeyê de bi Tirkiyê re dinav pêwendiyê de ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Balyozê Rusyayê yê Enqereyê ragihand: Ew di derbarê meseleya bakurê Suriyeyê de bi Tirkiyê re dinav pêwendiyê de ne.
Balyozê Rusyayê yê Enqereyê Aleksey Yerhov ragihand ku, civîna Tirkiye, Rusya û Îranê biryar e di 7ê Îlonê de li Tehranê birêve biçe, ku ji bo çareseriya pirsa Suriyeyê fersendek mezin e. Ji alîkî din ve jî, ew digel Tirkiyê liser meseleya bakurê Suriyeyê danûstandinan dikin.
Di medyayê de gelek caran nûçe tên belav kirin ku, Tirkiye û Rusya dê dijî YPGyê li ser operasyona Îdlibê lihev bikin, belav dibe. Ev daxûyaniya Balyozê Rusyayê jî, di dema nêzikbûna operasyona Îdlibê de hate dayîn.
C.B