Erdogan ji Almanya, daxwaza radestkirina endamên PKK dike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand: Li Almanyayê bi hezaran endamên PKKyê hene û divê bên radestkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand: Li Almanyayê bi hezaran endamên PKKyê hene û divê bên radestkirin.

Erdogan îro digel Şewirmenda Almanyayê Angela Merkel kom bû û careke din li dijî PKK û Tevgera Fetullah Gûlen daxwaza alîkariyê ji Almanyayê kir. Erdogan got, divê Almanya endamên PKKyê yên li Almanyayê dijîn radestê Tirkiyê bike.

Erdogan anî ziman: Rastiyek heye ko bi hezaran endamên PKKyê  li Almanyayê dijîn û navên wan hemiyan tê zanîn. Dîsa sedan endamên Tevgera Fetullah Gulen jî li Almanyayê ne. Di encama xebatên hevpar ên dezgehên me yên hawalgirî û wezaretên me de, em kê bigrin divê radestê hevûdu bikin. Ji bo Almanya gelek hêsan e ko endamên PKKyê radest bike. Ji ber ko Almanya PKKyê wekî rêxistinek terorîst dizan e. Di navbera me de peymana radestkirina mirovan heye û ji bo aramiyê divê em pabendê peymanê bin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment