Di dengdana taybet de lîsta PDKê yekem e
Li gor encamên ne fermî, di dengdana taybet de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pileya yekem bidest aniye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor encamên ne fermî, di dengdana taybet de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pileya yekem bidest aniye.
Li gor zanyariyên K24ê, li gor encamên ne fermî koma giştî ya dengdan taybet li Herêma Kurdistanê PDKê bi cudahiyeke mezin pileya yekem bidest aniye, ji koma 156 hezar û 339 deng de, lîsta PDKê 79 hezar û 764 deng bidest aniye.
Herwiha lîsta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) nêzîkî 50 hezar deng bidest aniye. Lîsta Tevgera Goranê nêzîkî 10 hezar deng û aliyên din bi hev re nêzîkî 16 hezar deng bidest xistine.
Dengdana taybet a hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê duhî 28 Îlonl birêve çû, hêza Pêşmerge û hêzên ewlehiyê dengên xwe dan. Biryar e jî sibe 30 Îlonê dengdana giştî li sernaserî Herêna Kurdistanê birêve biçe.
S. B