Demîratş: Pêwîst bû berî hilbijartinan hatibama azadkirin

Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş di dadgehkirina xwe de ragihand: Ger ew zindanî nebûya, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di gera yekem a hilbijartinan de nedihat hilbijartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş di dadgehkirina xwe de ragihand: Ger ew zindanî nebûya, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di gera yekem a hilbijartinan de nedihat hilbijartin.

Dadgehkirina Hevserokê berê yê HDPê li Enqereyê berdewam dike û Demîrtaş daxuyaniyên girîng dan. Demîrtaş bal kişand li ser pêvajoya hilbijartinên 24ê Hezîranê û got: Bêdadî dijî wî hatiye kirin û pêwîst bû ew ji ber mafê bangeşeya hilbijartinê bihata azadkirin.

Demîrtaş da zanîn, Digel ku nehatiye azadkiririn Erdogan rojane dijî wî axifî ye û ew bêrûmet kiriye. Ger ew zinadanî nebûya û bi azadî bangeşeya xwe bikira, Erdogan di gera yekem a hilbijartinê de nedibû Serokomar.

Parlementera HDPê Meral Daniş Beştaş di derbarê birêveçûna dadgehkirina Demîrtaşî de ji medyayê axivî û got: Tohmetên li dijî Demîrtaşî bêbingeh û ji rastiyê dûr in. Herwiha tohmetên li dijî Demîrtaş ne yasayî ne, lê siyasî ne.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment