Doza Demîrtaş hat paşxistin

Hevserokê Berê yê HDPê Selahetîn Demîrtaş nehat berdan û doz bo 12'ê meha Berçile hat paşxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Berê yê HDPê Selahetîn Demîrtaş nehat berdan û doz bo 12'ê meha Berçile hat paşxistin.

Doza ku Selahetîn Demîrtaş ku bi awayekî girtî dihat dadgehkirin li Enqerê bi dawî bû.

Demîrtaş bi damezrandin û rêveberina rêxistina terorê tê tometbarkirin û heta 142 sal sizaya zîndanîkirinê bo wî tê xwestin.

Di rûniştina îro de Demîrtaş got, ew biryarê dadgehê dizane û jiber vê jî daxwaza azadkirina xwe nake.

19emîn Dadgeha Sizaya Giran a Enqerê, biryara berdewamiya rewşa girtî ya Selahedîn Demîrtaş da û doz bo 12'ê meha 12'ê hat paşxistin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment