Aldar Xelîl: Tirkiye bi tenê nikare ti gavan bavêje
Aldar Xelîl li ser gefên Erdogan ên egera destpêkirina operasyonek li dijî rojhilatê Ferêt diyar kir, armanca Tirkiyê ewe ku Rojavayê Kurdistanê dagir bike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê berê yê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl li ser gefên Erdogan ên egera destpêkirina operasyonek li dijî rojhilatê Ferêt diyar kir, armanca Tirkiyê ewe ku Rojavayê Kurdistanê dagir bike.
Aldar Xelîl ji malpera “Arti Gerçek” re axivî û diyar kir, siyaseta Erdogan têk çûye. Aldar Xelîl wiha got, "Dibe ku Erdogan ji ber krîzên hene hin pêngavên mejiyê mirov negire bavêje. Dixwaze krîzên li navxwe hene derxîne derveyî Tirkiyê.
Aldar Xelîl got, di armanca Tirkiyê de dagirkirina Rojavayê Kurdistanê heye û em vê yekê dibînin.
Li ser egera êrişek dijî Rojava û Bakûrê Sûriyê jî Aldar Xelîl wiha got: "Em nizanin Tirkiye êrişî rojhilatê Ferêtê bike, wê helwesta Hevpeymaniya Navnetewî û hêzên din ên li Sûriyê hene, dê çi be. Lê eger Tirkiye vê yekê bike, pêwîst e ligel van hêzan rêkeftinê bike û piştre êriş bike. Lê Tirkiye bi tena serê xwe nikare ti gavekê bavêje."
S. B