Amnesty: li Tirkiyê 130 hezar fermanber ji kar hatine dûrxistin

Rêxistina Lêborîna Navnetewî dibêje, li Tirkiyê 130 hezar fermanber ji kar hatine dûrxistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Lêborîna Navnetewî dibêje, li Tirkiyê 130 hezar fermanber ji kar hatine dûrxistin û digel ku sal di ser re derbas bûye jî tu çareserî nehatiye dîtin.

Amnesty International, di derbarê kesên li Tirkiyê bi biryarnameyên rewşa awarte ji kar hatine dûrxistin raportek belav kir.

Berpirsê Amnesty ê Tirkiyê da xuyakirin, kesên bi terorîst tên binavkirin, êdî nikarin li deverên din jî kar bibînin û jiyana wan kesan zehmet bûye.

Hat destnîşankirin, piraniya jikar dûrxistinan kêfî ne û komîsyona ku ser vê lêkolînê jî dike, li gor pîvanên navnetewî tevnagere û ev yek tê wateya binpêkirina mafnasiyê.

Heta niha 125 hezar kesan serî li komîsyonê dane, lê tenê biryara li ser 2300 kesan hatiye betalkirin.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment