Aldar Xelîl: Tirkiye jî dixwaze her DAIŞ hebe

Berpirsê Nivîsgeha Dîplomasî ya TEV-DEMê Alar Xelîl radigihîne, Tirkiye jî dixwaze her DAIŞ hebe, ta di riya wê re aramiya Sûriyê têk bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Nivîsgeha Dîplomasî ya TEV-DEMê Alar Xelîl radigihîne, Tirkiye jî dixwaze her DAIŞ hebe, ta di riya wê re aramiya Sûriyê têk bide.  

Aldar Xelîl di hevpeyvînekê bi K24ê re li ser êrîşên vê dawiyê yên li ser Kobanê û Girê Spî ragihand, êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Rojava û bakurê Sûriyê û destkeftên wê ne tiştekî nû ye, ew berdewamiya siyasta dewleta Tirkiyê.

Herwiha got, Tirkiye naxwaze ezmûna li Başûrê Kurdistanê heye, li Rojava dubare bibe, ji 2013an de bi berdewamî êrîşî vê qewareyê dike, êrîşên wê di warê ragihandin, siyasî, dîplomasî û leşkerî jî de bûn.

Amaje bi wê jî kir, Tirkiye destpêkê ji bo êrîşî Efrînê bike ji Cerablus ta Babê dagîr kir û piştre êrîşî Efrînê kir, niha jî dixwaze fişarekê ji bo Minbic û rojhilatê Firatê bike. Li Minbicê plana ku wî dixwast çê nebû, loma niha gefên wê li ser Kobanê, Girê Spî û navçeyên din jî hene. Ev gef jî cidî ne.

Aldar Xelîl dewam kir, ev gef di demekê de tên ku şer li rojhilatê Dêrazorê li dijî DAIŞê berdewam e û DAIŞ ketiye xeleke teng ku ti rê li pêş wê tune ne ku derkeve, ango DAIŞ li wir ji aliyê leşkerî ve bidawî dibe. Tirkiye jî dixwaze her DAIŞ hebe, ta di riya wê re aramiya Sûriyê têk bide.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment