Mesrûr Barzanî û Serokê Rêxistina Samaritan Purse rewşa koçberan guftûgo kirin
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Rêxistina Samaritan Purse Franklin Graham kir û rewşa penaberan guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Rêxistina Samaritan Purse Franklin Graham kir û rewşa penaberan guftûgo kirin.
Di hevdîtinê de, guftûgo li ser rewşa mirovî ya navçeyên ji destê DAIŞê rizgarkirî bi giştî û deşta Neynewa bi taybetî û hawarhatinê hate kirin.
Mesrûr Barzanî spasî li Franklin Graham kir ji bo destaniya wî ya dêrîn bi gelê Kurdistanê re û pêşkêşkirina hevkariyên mirovî ji malbatên ji ber şer teroristên DAIŞê koçber bûne û di kampan de dijîn re.
Herwiha bîr û nerînên xwe derbarê hewlên peydakirina aramî û ewlehiyê ji kemîneyên olî re dema vegerin ser mal û milkên xwe ji hev re gotin.
Di wê civînê de, ku Rêveberê Giştî yê Karûbarên Ola Xiristiyanî di Wezareta Ewqafê û Karûbarên Olî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Xalid Cemal Albêr amade bû, pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê de û berdewamiya wê kulture bilind hat nirxandin.
Serokê Rêxistina Samaritan Purse Franklin Graham hevalekî nêzîk ê Serokê Amerîka Donald Trump e û di rêwresma de destbikarbûna wî de gotarek pêşkêş kir û hêviya serkeftinê ji Trump re xwast.
Pêştir jî, Franklin Graham di riya wê rêxistinê re hevkariyeke mezin a mirovî gihandibû koçberên li Herêma Kurdistanê ne.
S. B