Maçîn: Yekîtiya têkoşînê û hevkarî bingeha serkeftinê li bakurê Kurdistanê ye
Parlementerê HDP ê Rihayê Nusrettîn Maçîn beşdarî bernameya BasîRoj a Kurdistan24 bû. Liser babetên rojevê yên bakurê Kurdistanê rawestiya

K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementerê HDP ê Rihayê Nusrettîn Maçîn beşdarî bernameya BasîRoj a Kurdistan24 bû. Liser babetên rojevê yên bakurê Kurdistanê rawestiya.
Liser pêkanîna Kongreya Azadî Sosyalizmê (OSP) Maçîn diyarkir: Kongreya Partiya Azadî û Sosyalizmê OSP bi serfirazî derbas bû. Guhertina nav pêkhat – Partiya Azadî û Sosyalizmê, bû Partiya Komunîst a Kurdistanê. Herweha di bernameya xwe de guherînek girîng pêkanî – armanca Partiyê ya ji bo Federalizmê, ji bo armanca Serxwebûnê hat guherandin. Destkeftiyên Kurdistanê bi taybetî li başûr û rojavayê Kurdistanê bilind hatin nirxandin.
Maçîn, liser gengeşeyên pirsa Kurd/Kurdistanê di nav Parlementoya Tirkiye de diyarkir ku, desthilat û Parlementoya Tirkiye ji nirxandinên Kurd / Kurdistanê de dilgiran in. Naxwazin bi tu awayekî ew pirs werin rojevê. Liser helwêsta xwe ya di Parlementoya Tirkiye de, ku 3 500 gundên bakurê Kurdistanê hatine hilweşandin, Efrîn a rojavayê Kurdistanê hatiye dagîr kirin, tê talan û wêrankiri, bû cîhê acizî û gefxwarina ya Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu. Lê, ev rastiyek e, ji derveyî bakurê Kurdistanê, herweha li rojavayê Tirkiye jî 30 ji sedî welatiyên Kurd in. Ew wekî Nusrettin Maçîn dê her pirsa Kurd/Kurdistanê û mafê zimanê Kurdî bîn e rojeva Parlementoyê.
Parlementerê HDP ê Rihayê herweha diyarkir ku, pêkanîna hevkariyê dinav partiyên bakurê Kurdistanê de cihê dilxweşiya gelê Kurdistanl ye û pêwîstî ye. Herweha diyarkir ku, yekîtiya têkoşînê, hevkarî û tifaq di hilbijartinên herêmî dibin egera serkeftinê.
Maçîn anî ziman ku, HDP sistema xwe ya berê ku şaredariyan ji ne xelkê deverê destnîşan bike, guheriye û niha herêm bi xwe di destnîşankirina namzedên şaredariyan de xwedî maf e.
C.B