Soylu: Îsal tenê 95 kes çûn e nav refên PKK
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu,ligor zanîna xwe, hejmar a kesên ku îsal çûn e nav refên PKK eşkere kir...

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu,ligor zanîna xwe, hejmar a kesên ku îsal çûn e nav refên PKK eşkere kir.
Ligor Soylu “Îsal tenê 95 kes çûne nav refên PKK, di sala 2015an de ev hejmar 3 hezar 881 kes bûn. Ev serkeftinek mezin e”.
Soylu got ku, niha rojhilat û başûr – rojhilatê Tirkiye (bakurê Kurdistanê, c.b) ewle ye. Jiber vê yekê kesên diçin nav refên PKK, di 30 salên dawî de, hejmara herî kêm e. Bîngeha vê yekê, têkoşîna me ya serkeftî li dijî terorê ye. Kesayetiya bîngehê vê serkeftinê Serokomarê me yê birêz Receb Tayyip Erdogan e. Em rêz û spasiyên xwe pêşkeşî wî dikin”.
C.B