MGK: Em çavê xwe li de faktoyan li bakurê Suriyê nagrin!

Di daxûyaniya MGK'ê de hat gotin, ew çavê xwe li ti dîfaktoyekê li Bakûrê Sûriyê nagirin û wê mafê xwe yê parastinê bikarbînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Civata Asayîşa Netewî ya Tirkiyê (MGK) di bin Serokatiya Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan de civiya. Di daxûyaniya MGK'ê de hat gotin, ew çavê xwe li ti dîfaktoyekê li Bakûrê Sûriyê nagirin û wê mafê xwe yê parastinê bikarbînin.

Civîna MGK'ê 5 demjimêran dom kir û piştî civînê daxûyaniyek nivîskî hat belavkirin. Di daxuyaniyê de li ser rewşa Sûriyê wiha tê gotin, "Li Sûriyê gefa herî mezin a li pêşiya çareseriya siyasî hebûna YPG'ê ya li Rojhilatê Firatê ye. Em çavê xwe li dîfaktoya li Sûriyê nagirin û em dê mafê xwe yê parastinê bikarbînin."

Di daxuyaniya MGK'ê de li ser alîkariya Amerîka ya ji bo YPG'ê jî wiha tê gotin, "Hinek welatên ku PYD û YPG'ê weke rêxistina terorê nabînin, bi vê yekê zererê digihînin tekoşîna li dijî terorê."

Di daxuyaniya MGK'ê de li ser operasyonên li dijî PKK'ê jî wiha tê gotin, operasyonên me yên li Iraqê yên dijî PKK'ê wê berdewam bikin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment