Li Oslo: Civîna Pêvajoya Aştiyê

Di 22-23 Mijdarê de li payteta Norweçê Osloyê bi beşdariya "Şandeya Aqilmendan" ya ku li Tirkiyê di "Proseya Aştiyê" de hatibû avakirin civîneke bi sernavê "Beşdarbûna Civakî ya Çareseriyên Şer û Pevçûnan" pêk hat

K24 – Navenda Nûçeyan

Di 22-23 Mijdarê de li payteta Norweçê Osloyê bi beşdariya "Şandeya Aqilmendan" ya ku li Tirkiyê di "Proseya Aştiyê" de hatibû avakirin civîneke bi sernavê "Beşdarbûna Civakî ya Çareseriyên Şer û Pevçûnan" çû serî. Ev civîna ku li Osloyê pêk hat li Tirkiyê pirsa "Gelo ji nûve proseya çareseriyê dest pê dike?" derxiste pêş. Li gorî Mirovê Apilmend Ufuk Urasê ku beşdarî vê civîna li Osloyê bûye, amanca vê civîne ew e ku daxwaza aştiyê zindî bê hiştin. Uras dibêje; ew ne li ser nav an jî daxwaza tû kesî li hev dicivin, lê haya hikûmetê jê heye bêgûman, ji ber ku parlamenterên berê ên AK Partiyê û kesên di serdema prosesa aştiyê de ji aliyê hikûmetê ve hatine peywirdarkirin jî di nava van civînan de cih digirin.

Ufuk Uras - Endamê Şandeya Aqilmendên Prosesa Aştiyê anî ziman:

"Em li modeleke dûrî şer û pevçûnan digerin, em dixwazin ku pêywendî li ser bingeha siyaset û dîplomasiyê berdewam bikin. Ev zemîneke giring e, ji ber ku di navê de ji AK Partiyê bigirin heta HDP û CHPê gelek kes cih digirin. Em nikarin bibêjin ku haya hikûmetê ji van civînan nîn e. Bi taybetî nîqaşên derbarê çareseriyê de wê piştî hilbijartinên herêmî baştir dirûv bigirin. Ger li Tirkiyê wê lihevkirinek pêk bê wê di nava wê de artêş jî hebe û MHP jî hebe. Beyî lihevkirineke hemû aliyan çareserî naçe serî."

Yek ji wan navên din yê ku beşdarî civîna li Osloyê bûye jî rojnameger Yildiray Ogur e. Ew dibêje; armanca vê civînê ew e ku mînakên prosesa çareseriyên li cîhanê vegûhêzin Tirkiyê ye. Ogur dibêje, li ser daxwaz DPI'yê ev civîna sêyem e ku digel mirovên aqilmend tê pêk anîn û kes bi nasnameyek fermî beşdarî van civînan nabe, herkes serbixwe ye.

Yildiray Ogur - Endamê Şandeya Aqilmendên Prosesa Aştiyê diyarkir:

"Bêgûman li Osloyê prosesa aştiyê hate nîqaşkirin. Lê ev axaftin ne fermî ne. Lê di vê serdema ku em ber bi hilbijartinên herêmî ve diçin, hinek der û dorên siyasî vê civînê li gor berjewendiyên xwe bikartînin. Bi baweriya min proseya aştiyê proseyeke gelekî bi qîmet e û tecrûbeyeke baş hate bidestxistin. Xwezî bi ser biketina. Axftina vê proseyê û tomarkirina vê tecrûbeyê giring e. Bêgûma baş e ku jinûve proseyeke aştiyê dest pê bike, lê ev yek di destê siyasiyan û civaka Tirkiyê de ye."

Li gorî endamên şandeya Aqilmendên Prosesa Aştiyê ev civinên li Osloyê ne pêşvagên bo Proseya Aşityê ne. Amanc ew e ku îhtîmala çareseriyê û aşityê di rojevê de bê hiştin. Di civîna dawîn ya OSLOyê de kesên wek Kadîr Înanir, Alî Bayramoglu, Vahap Coşkun, Yildiray Ogur, Serokê ÎHDê Ozturk Turkdogan, Serokê Berê yê Mazlum-Derê Faruk Unsal û parlemneterê berê yê Ak partiyê Abdurrhman Kurt cih girtine. Civîna Şandeya Aqilmendên Prosesa Aştiyê wê vê carê di meha berfanbarê de li Stenbolê bi beşdariya jinan biçe serî.

 

Fly Erbil Advertisment