Guterres: Mafên Mirovan di dorpêçê de ne
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres bi egera 70 saliya pejirandina Beyannameya Navneteweyî ya Mafên Mirovan daxûyaniyek ragihand
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres bi egera 70 saliya pejirandina Beyannameya Navneteweyî ya Mafên Mirovan daxûyaniyek ragihand.
Di daxûyaniya xwe de Antonio Guterres destnîşankir ku: “Mafên Mirovan di qada cîhanî de ketine bin dorpêçekê de. Niha, ji hemû deman zêdetir pêwîstiya parastina mafên mirovan heye”.
Guterres got ku, Beyannameya Mafên Mirov 70 sal in ronahî da ye rêzdarî, yeksanî û asoyek hêvîdar û xwestiye ronahiyê bide tarîbûnê…
Di daxûyaniya xwe Antonio Guterres balkişand, têkoşîna parêzvanên mafên mirovan, ku jiyana xwe ji bo parastina mafên mirovan, hilweşandina nefret, nîjadperestî, rêgezperestî, tade û zordariyê dixin metirsiyê de. Mafên di Beyannameya Mafên Mirovan de, ji bo hemû gelan, baweriyan, rêgezan derbas dibe. Mafên Mirovan cîhanî ne, hertim û di her astê de dive bên parastin.
C.B