Çawîşoglu: FBI li dijî rêxistina Gulen dest bi lêpirsinê kiriye
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand, FBI li dijî rêxistina Fethullah Gulen li 15 herêman dest bi lêpirsinê kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand, FBI li dijî rêxistina Fethullah Gulen li 15 herêman dest bi lêpirsinê kiriye.
Mewlud Çawişoglu, bi daxuyaniyekê da zanîn, di dawiyê de Serokê Amrîka Donald Trump sozên ku dabûn me bi cîh tine. FBI li 15 deverên cuda yên Amerîkayê dest bi lêpirsînan kiriye û gelek endamên rêxistina Fethullah Gulen girtine.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê got: “Amerika dixweze rûyê tarî yê vê rêxistina terrorist bibîne.” Got jî, Ew bi hêvî ne Amerîka serokê vê rêxistinê û 84 endamên wê radestî Tirkiyê bike.
Cavwişoglu li rewşa Sûriyê jî amaje bi wê yekê kir, ew ti caran li gel kiryarên Serokê Sûriyê Beşer Esed nebûne. Lê heger di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de hilbijartinek bê kirin, kî serbikeve dê pêwendiyan pê re bikin.
S. B