Li Serê Kaniyê amadekariyên rûbirûbûna artêşa Tirkiyê tên kirin û Şam bêdeng e

Tirkiyê li ser zimanê Serokomarê wê Recep Teyip Erdogan gefên xwe li ser rojhilatê çemê Feratê berdewam dike û ta niha hikûmeta Sûriyê bêdeng e, serkirdên MSDê dozê dikin ku hikûmeta Sûriyê bi erkên xwe rabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê li ser zimanê Serokomarê wê Recep Teyip Erdogan gefên xwe li ser rojhilatê çemê Feratê berdewam dike û ta niha hikûmeta Sûriyê bêdeng e, serkirdên MSDê dozê dikin ku hikûmeta Sûriyê bi erkên xwe rabe.

Meclisa Sûriyeya Demukratîk (MSD) ku sîwana siyasî ya HSDê ye, di beyanameyekê de dozê ji hikûmeta Sûriyê dike ku sînorê Sûriyê ji gefên Tirkiyê biparêze.

Peyvdarê Fermi yê MSDê Emced Usman j K24ê re got: “Em bang li aliyên Sûrî dikin, di nava wê de jî hikûmeta Sûriyê. Em ne hêviyên gelekî zêde ji wan dikin, em di qonaxeke gelekî hestiyar û dîrokî re derbas dibin, loma em ji hemû aliyan dixwazin kudi ber berpirsatiya xwe de rabin. Îro Sûriyê di bin gefa dagîrkirinê, erdê Sûriyê jê tê qutkirin û dewleteke din destê xwe datîne ser xaka Sûriyê, ji ber wê yekê em dixwaz hemû alî di rakirina vî barî de hevpar bin.”

 

Di wê çarçovê de û li dijî gefên Tirkiyê, welatiyên Serê Kaniyê amadekariyên xwe ji bo egera êrîşeke Tirkiyê dikin û dibêjin,  tevlî metirsî heye artêşa Tirkiyê gefên xwe bicih bike, lê ew rijd in ku li ser xaka xwe bimînin û berevaniyê bikin.

 

Karvedanên operasyona li ser deverên Rojhilatê Çemê Firatê ku ji aliyê Tirkiyê ve li dijî hêzên YPG ve tê plankirin, roj bi roj zêdetir dibin. Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan, bi mebesta parastina ewlehiya xaka sînorê welatê xwe, vê operasyonê pêwîst dibîne û bi mebesta piştgiriyê ligel rêberên dewletên mezin jî di nav têkiliyê de ye.

Erdogan amaje kir Serokê Amerîkayê Donald Trump jî bi erênî nêzîkî operasyonê dibe. Lê belê Berdevkê Wezareta Derva yê Amerîkayê Robert Palladino diyar kir Washington piştgiriyê nade operasyoneke wiha. Li gor pisporên Tirkiyeyî jî dibînin, ku tevî nerazîbûna Amerîkayê, Enqere dev ji doza operasyonê wê bernede.

 

Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders bi daxuyaniyekê ragihand, DAIŞ berî 5 salan hêzeke mezin li Rojhilata Navîn bû, lê Amerîka DAIŞ têk biriye, lewma qonaxeke nû dest pê dike û Amerîkayê dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kiriye.

Bi biryara Amerîka re jî, şandina hêzên Artêşa Tirk ber bi Rojavayê Kurdistanê û sînorê Sûriyê berdewam dike. Îro jî gelek alavên leşkerî, tank û otombêlên zirîpoş, ber bi navçeya Hatayê ve hatin şandin.

Berî rojekê jî, di çarçova bihêzkirina hêzên xwe li ser sînor, Tikiyê hêzeke taybet û wesaitên leşkerî şande Kilîsê û li wir bicih kir.  

Li navxweya Tirkiyê jî, Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş da xuyakirin, Desthilata Tirkiyê her tim dibêje, ewê çarenivîsa xelkên Sûriyê diyar bikin, lê maf gel heye çarenivîsa xwe diyar bikin. Da zanîn, AK Partî siyaseta xwe ya derve li ser derew û êrişan dirust kiriye û dûr nîne ku di Dadgeha Sizaya Navnetewî de bên dadgehkirin.