Yekemîn Konferansa Akademîsyenên Kurd li Brîtanyayê hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekemîn Konferansa Salane ya Kurdên Akademîk li Brîtanyayê bi beşdariya xwendekar, lêkoler û akademîsyenên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê li Zanîngeha Başûrê Walesê (University of South Wales) birêve çû. Armanca konferansê nasandina şiyan û destkevtên zanistî, pevguhertina ezmûnan û xurtkirina peywendiyên akademîk ên Kurdan e li Brîtanyayê.

Konferans ji aliyê Komeleya Kurdî ya Kawe ve hat organîzekirin û tê de xwendekarên qonaxên bekeloriyos, master û doktorayê ligel lêkoler û pisporên warên cuda yên akademîk beşdar bûn.

Derhênera fîlmê belgeyî yê "Ew Îşê Min e", wênesaz û xwendekara masterê Binar Serdar derbarê giringiya vê boneyê de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev konferans derfeteke giring bû bo komkirina akademîsyenên Kurd û parvekirina ezmûn û zanyariyên wan. Di heman demê de dikare bibe destpêka avakirina toreke bihêz a peywendiyê di navbera nifşên xwendekar û lêkolerên Kurd de li Brîtanyayê."

Di konferansê de mamosteyê Zanîngeha Başûrê Walesê Dr. Mike Chick gotarek pêşkêş kir û serbilindiya xwe bi xwendekarên Kurd anî ziman. Dr. Chick bal kişand ser wê yekê ku xwendekar bi zimanê duyem an sêyem ê xwe lêkolînên zanistî dikin û bawernameyên bilind bi dest dixin, ku ev yek wek destkevtekî mezin û cihê rêzgirtinê bi nav kir.

Yek ji xalên herî berbiçav ên konferansê, beşdariya ciwan û akademîsyenên ji her çar parçeyên Kurdistanê bû. Binar Serdar da zanîn ku tevî cudahiya cihê jidayikbûnê û ezmûnên jiyanê, hemû li ser armanceke hevbeş a zanistî kom bûn.

Binar Serdar tekez kir ku ev pirrengiya di warên xwendinê de nîşan dide ku şiyanên akademîk ên Kurdan tenê bi çend beşan ve sînordar nînin; belkî di warên teknolojî, tenduristî, ziman, perwerde, endezyarî, huner û dîrokê de xwedî rola pêşeng in.

Serdar herwiha got: "Diyasporya Kurdî li Brîtanyayê tenê komek ji malbatan nîne ku li derveyî welat dijîn; belkî civakeke xwedî hêz, xewn û armancên mezin e. Ya herî giring ew e ku ev kesayetên zana hevdu binasin û derfetên sûdwergirtina ji ezmûnên hev peyda bikin, da ku ev potansiyel bibe hêzeke xurt ji bo pêşeroja gelê me."