Berpirsên MSD li Fransa dê hevdîtinan lidar bixin
Şandeke MSDê vekişandina hêzên Amerîka û gefên Tirkiyê li ser rojavayê Kurdistanê, sibe dê li Parîsê digel berpirsên Fransa gengeşe bikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandeke MSDê vekişandina hêzên Amerîka û gefên Tirkiyê li ser rojavayê Kurdistanê, sibe dê li Parîsê digel berpirsên Fransa gengeşe bikin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser li Parîsê Xalid Îsa ji ajanseke Fransî re ragehand, sibe roja Înê Şanda Meclîsa Sûriya Demûkrat MSDê, ko ji Hevserokê wê Riyad Dirar û Hevseroka Desteya bicîkar a MSDê Îlham Ehmed pêk tê, li Parîsê digel berpirsên Fransa bicivin û vekişandina Hêzên Amerîka ji Sûriyê û Gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê gengeşe bikin.
Ji aliyê xwe ve ofîsa Serokê Fransa Emmanuel Macron ew nûçe piştrast kir, bê ku pileya wan berpirsên Fransî eşkere bike, yên ku dê digel Şanda MSDê bicivin.
Beriya niha jî, Wezareta Derve ya Fransayê di daxûyaniyekê de ragihandibû, ew dê di hefteyên bê de kar ji bo gerentiya parastina hemû hevalbendên Amerîka dinav wan de jî, HSDê bikin, û divê Amerîka parastina xelkê bakurê Sûriyê û aramiya deverê li ber çavan bigire, da ku karesatek mirovî rû nede û terorîst venegerin wê deverê.
C.B