Polîs rê neda daxûyaniya piştgiriya Demirtaş bê xwendin
Nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên ku bi armanca piştevaniya Selahedîn Demîrtaş li pêş zîndana Edîrneyê xwestin daxuyanî bidin, hatin astengkirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên ku bi armanca piştevaniya Selahedîn Demîrtaş li pêş zîndana Edîrneyê xwestin daxuyanî bidin hatin, astengkirin.
Gelek nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên navdar ên Tirkiyê li pêş zîndana Edîrneyê civiyan û daxwaza azadkirina Selahedîn Demîrtaş kirin.
Polîsê Tirkiyê di dema xwendina daxuyaniyê de astengî derxist û rê neda daxuyanî bê xwendin.
Piştre jî peyama bi destnivîsa Demîrtaş hat xwendin. Demîrtaş, di peyamê de spasiya helwesta hevgirtin û piştevaniyê kir û got, azadî bêberdêl nabe û niha wê bacê dide û got, divê hember sîstema sitemkar têkoşîn hebe û rêya herî baş jî, hevkarî û piştevanî ye.
PENa navnetewî jî duhî, Selahedîn Demîrtaş wek endamê rûmetiyê qebûl kir û ji rayedarên Tirkiyê xwest pabendê biryara Dadgeha Ewropayê be.
C.B