Serok Barzanî hevxemiya xwe bo koça dawiyê ya Reûf Hesen derbirî

Bi boneya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê Kurd Reûf Hesen Serok Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi boneya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê Kurd Reûf Hesen Serok Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe ji malbata rewşenbîrê Kurd Reûf Hesen û tevahiya nivîskar û rewşenbîran re derbirî û hêviya dilnewayiyê xwast.

Naveroka peyamê wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata birêz nivîskar û rewşenbîrê xwedê jêrazî Reûf Hesen

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê navdar, Kak Reûf Hesen gihîşt min.

Bi vê helkefta xemgîn de, pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata we ya birêz û hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikim giyanê Kak Reûf bixe ber dilovaniya xwe û sebir û dilnewayiyê bide hemû aliyekê.