Partiya Yekîtiya Kurd nav û sekreterê xwe guhart
Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê di kongreya xwe ya heştemîn de navê partiyê û sekreterê xwe guhart.

K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê di kongreya xwe ya heştemîn de navê partiyê û sekreterê xwe guhart.
Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê duhî kongreya xwe ya heştemîn li bajarê Qamişlo girê da. Li gor zanyariyên K24ê, di kongir de navê wê partiyê hat guhartin û bû Partiya Yekîtiya Kurdistanê – Sûriye.
Herwiha di kongir de serokê wê partiyê Îbrahîm Biro xwe careke din bo serokatiyê partiyê kandîd nekir û bi proseya dengdanên Silêman Oso wek Sekreterê Giştî hat hilbijartin.
Li gor zanyariyên K24ê jî, serokê berê yê wê partiyê Îbrahîm Biro xwe ji bo carê kandîd nekiribû.
Partiya Yekîtiya Kurdistanê – Sûriye li gor peyrewa navxweyî her 4 salan kongreya xwe girê dide û nabe kesek ji bêhtirî 2 deman bibe Sekreterê Giştî.
S. B