“Tirkiye û Îran amadekariyên dagirtina valahiyê piştî vekişîna Amerîka dikin”

Rojnameya “The Times” a Brîtanî di raportekê de diyar dike, Tirkiye û Îran dixwazin valahiya ku piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê çê bibe, dagirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya “The Times” a Brîtanî di raportekê de diyar dike, Tirkiye û Îran dixwazin valahiya ku piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê çê bibe, dagirin.

Rojnameya “The Times” di raportê de tê diyar dike, Tirkiye, Îran û Rûsya amadehiyan dikin, bi temamî dawiyê bi hejmûna welatên Rojava û hêzên Kurdî li Sûriyê bînin, ew jî bi vekişîna hêzên Amerîkî re, ji ber ku zêdetir ji 2 hezar leşkerên Amerîkî li wî welatî û li navçeyên di bin kontrola YPG û HSDê de ne, kar dikin.

Rojnameya Brîtanî dide zanîn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji hêzên cuda pêk hatiye, lê hêza sereke di nava wê de YPG ye û Tirkiye wê rêxistinê wek “terorist” û ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve dibîne.

Di raportê de hatiye, “Hêzên Tirkiyê roja Şemiyê 22ê vê mehê li ser sînor kom bûne û karwanek ji 100 zirîpoş, tank û çekên curbicur pêk hatiye ber bi bajarê Kilîsê ve çûye û beşek jê derbasî navçeya Mertala Firatê ya di bin kontrola mîlîşyayên ser bi Tirkiyê ve de ye, bûne.”

Li gor zanyariyên wê rojnameyê, ew hêz tenê 50 k.m li dûrî Minbicê bicih bûye û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan çendîn car in gefa girtina wî bajarî xwariye. Herwiha çendîn car in jî bi hêzên Amerîkî li wê navçê geriyane.

Herwiha daye zanîn, karwaneke din a hêzên Tirkiyê li Rihayê li nêzîkî sînorê Sûriyê li hember hêzên YPG û HSDê li Kobanê bicih bûne.

Di yekem karvedana fermî ya Îranê derbarê vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê de, Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand, hebûna Amerîka li navçê pirseke şaş e û sedema derketina aloziyan e.

Di raportê amaje bi wê hatiye kirin, Koşka Spî ti nexşeriyeke diyarkirî ji bo vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê ranegihandiye, lê Trump gotiye, proseya vekişînê dê bi hêdî û bi hevahengî bibe.

 

S. B