Silêman Oso: Guhartina navê partiyê biryareke girîng bû
Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê piştî 6 salan ji paşxistinê kongreya xwe ya heştemîn li bajarê Qamişlo girê da û navê xwe û sekreterê xwe guhart.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê piştî 6 salan ji paşxistinê kongreya xwe ya heştemîn li bajarê Qamişlo girê da û navê xwe û sekreterê xwe guhart.
Sekreterê nû yê Partiya Yekîtiya Kurdistanê – Sûriye Silêman Oso ji K24ê re diyar kir, piştî 6 salan ji paşxistinê wan karîbû kongirê xwe li bajarê Qamişlo û bi veşartî girê bidin.
Silêman Oso got jî: “Rewşa ku partiya û Kurdistana Sûriyê tê re derbas dibû û kiryarên PYDê bûn astengî li pêş girêdana kongir. Em neçar bûn kongirê xwe veşatî li Kurdistana Sûriyê girê bidin û endamên li derve jî bi riya Skype beşdarî kongir bûbûn.”
Diyar kir jî, “Guhartina navê partiyê bo Partiya Yekîtiya Kurdistanê – Sûriyê xaleke werçerxanê û tekeziyek e li ser wê yekê ku Kurdistana Sûriyê perçeyek e ji Kurdistanê ye li ser xaka Sûriyê ye.”