Tirkiye dorpêça li ser firokxaneya Silêmaniyê dirêj kir

Îro careke din hikûmeta Tirkiyê dorpêça li ser Firokxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê dirêj kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro careke din hikûmeta Tirkiyê dorpêça li ser Firokxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê dirêj kir.

Di wê derbarê de, Rêvebirê Firokxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê Tahir Ebdula ragihand, hikûmeta Tirkiyê biryara dirêjkirina sizayên li ser firokxaneyê daye.

Da zanîn jî, li gor biryara nû, heta 24ê Adara sala 2019an sizayên Tirkiyê li ser firokxaneyê berdewam dibin.

Ev cara duyem e hikûmeta Tirkiyê sizayên li ser Firokxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê dirêj dike.

Dirêjkirina wê sizaya li ser firokxaneyê, piştî wê yekê tê ku di dema bûrî de bi îmzekirina Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî tevahiya navend û baregehên ser bi Tevgera Azadiya Kurdistanê li Silêmanî, Ranya û Germiyanê hatin girtin.

 

S. B