Grûpên çekdaran 7 welatiyên Efrînê revandin

Grûpên çekdar 7 welatiyên Kurd ji du gundên Efrînê revandine û li hember berdana wan, çekdaran daxwaza pereyan ji malbatên wan kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar 7 welatiyên Kurd ji du gundên Efrînê revandine û li hember berdana wan, çekdaran daxwaza pereyan ji malbatên wan kirin.

Malpera Afrîn Media Center belav kir, çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike 5 welatiyên Kurd ji gundê Mûskê yê ser bi navçeya Raco ve revandin, li hember berdana her yekî ji wan, çekdaran daxwaza 150 hezar Lîreyên Sûrî ji malbata wan kirine.

Wê malperê navê kesên hatine revandin aşkere kirk u ev in: Mihemed Mistefa, Selam Mihemed Mistefa, Ferhad Mihemed Dawud, Elî Kemal Mistefa û Mihemed Xalid Mistefa  ne.

Heman çavkaniyê belav kir jî, grûpa bi navê El-Hemzat 2 welatiyên gundê Keferşîlê yê ser bi Efrînê ve bi navê (biqasî 6 hezar Dolar) Adil Mihemed û Omer Mihemed ji çend rojan ve revandine û li hember berdana wan daxwaza 200 tenekeyên zeytê kirine.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji 18ê Adara bûrî de derbasî Efrînê bûne û dagîr kirine û ji wê demê bi hezaran welatiyên Kurd tên revandin û eşkencedan.

 

S. B