Hişyarî ji vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê tê dayîn
Wezareta Pêşmerge li dijî vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê ye. Berpirsekî Wezareta Pêşmerge dibêje, hêzên Amerîkî vekişin, çekdarên DAIŞê êrîşên xwe dê zêde bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Pêşmerge li dijî vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê ye. Berpirsekî Wezareta Pêşmerge dibêje, hêzên Amerîkî vekişin, çekdarên DAIŞê êrîşên xwe dê zêde bike.
Piştî biryar vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, beşek ji aliyên siyasî yên Iraqê li Parlemantoya Iraqê hewl didin projeyasayekê ji bo derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê amade dikin.
Di vê çarçovê de, Rêvebirê Ragihandin û Hişyariyê di Wezareta Pêşmerge de Ebûbekir Ehmed ji K24ê re got: “Mane hêzên Amerîkî gelekî girîng e. Bi nerîna me heger projeyek ji bo derkirina hêzên Amerîka li Perlemantoya Iraqê amade bibe, hikûmeta Iraqê şaşbûna sala 2011an de dê dubare bike û projeyeke derveyî di dema ne guncaw de bicih tîne.”
Vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê li cem hin aliyên siyasî bûye pirseke germ, lê pisporê siyasî Husamedîn Gilî dibîne ku stratejiya Amerîka li Sûriyê ji ya Iraqê cuda ye û ji Iraqê venakişe.
Husamedîn Gilî ji K24ê re got: “Mana Amerîkiyan li Iraqê pêwendiya wê bi stratejiya Washington li hember Tehranê heye, di baweriya min de vekişîna Amerîka ji Iraqê zehmet e.”