Tirkiye ji Google dixwaze navê Kurdistanê reş bike
Wezîrê Gihandin û Binesazî yê Tirkiyê Cahit Turhan dibêje: "Ji bo ku Nexşeya Kurdistanê ji Googlê derbixin, me serî li vê saziyê daye".
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Gihandin û Binesazî yê Tirkiyê Cahit Turhan dibêje: "Ji bo ku Nexşeya Kurdistanê ji Googlê derbixin, me serî li vê saziyê daye".
Rayadrên Tirkiyê ku nexwezin navê Kurdistan li ser rûyê erdî hebe, vê carê serî li Rêveberiya Googlê dan, da ku navê Kurdistana mezin di nexşeya cîhanê de derbixe.
IYI Partiyê ku ii Partiya Nijadperest (MHP) veqetiyaye, babeta Nexşeya Kurdistana mezin ya Google, anî bû rojevê.
Wezirê Gihandin û Binesaziyê Cahit Turhan bi daxuyaniyekê da zanîn: "Wan serî li Rêveberiya Googlê daye, da Nexşeya Kurdistanê ku perçekirina Tirkiyê destnişan dike, ji (Map) rakin".
Cahît Turhan got: Jibo ku ev nexşeya Kurdistanê ji nexşeyên cîhanê bê derxistin, ew xebatê dikin û vê babetê dişopînin.