Tirkiye bo Fransa: Ti sûdê ji parastina YPGê nabînî
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu li ser daxuyaniyên Fransa yên mana li Sûriyê ragihand, ti sûde di wî karî de nîn e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu li ser daxuyaniyên Fransa yên mana li Sûriyê ragihand, ti sûde di wî karî de nîn e.
Li gor nûçeya ajansa “Anadolu” Mewlûd Çawîşoglu li ser daxuyaniyên Serokê Fransa Emmanuel Macron ên piştgîriya ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ragihand, Heger Fransa li Sûriyê ji bo parastina YPG bimîne, ew ti sûdê ne li Fransa dike û ne li YPGê dike.
Piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, nabe rola HSD di şikandina DAIŞê de ji bîr bibe û piştevaniya xwe ji HSDê re derbirî û red kir hêzên welatê wî ji Sûriyê vekişe.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê got, ew rijd in biçin navçeyên rojhilatê Firatê û bi Amerîka re jî bi berdewamiyê didin nexşerêya Minbicê, ta dema hêzên Amerîka vedikişe.
Çavuşoglu li Sûriyeyê ji bo şerê dijî DAIŞê got: "Hêza me heye em bi tena serê xwe şerê DAIŞê bikin."
S. B