“Iraq rûbirûyî neviyê sêyemîn ê terorê dibe”
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Eyad Elawî dibêje, tenê serkeftina leşkerî bi ser DAIŞê de ne çareserî ye, ji ber ku aştî peyda nebû û rûbirûyî neviyê sêyemîn ê terorê dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Eyad Elawî dibêje, tenê serkeftina leşkerî bi ser DAIŞê de ne çareserî ye, ji ber ku aştî peyda nebû û rûbirûyî neviyê sêyemîn ê terorê dibin.
Eyad Elawî di hevdîtineke ligel rojnameya “Beyan” a Îmaratî de got: “Tenê serkeftina leşkerî bi ser DAIŞê de ne çareserî ye. Mebesta me ji aştiyê ew e, yekbûna civkê, pêkanîna aştiya niştimanî û çaksaziyên di warê aborî, civakî û siyasî de ye û welêt digihîne dewleta welatîbûnê. Divê ked bên kirin, da ku neviyê sêyemîn a terorê dernekeve.”
Da zanîn jî: “Neviyê yekem a terorê, Qaide bû, li kes û dezgehan dida û direviya. Neviyê duyem DAIŞ bû, ji guhartinên di nava Qaidê de rû dane derket û li Iraqê piştî revîna zêdetir ji 3 hezar girtî ji zîndanên Iraqê di sala 2012an de derket û rewşa Iraqê ya sist jê re piştevan bû.”
Derbarê metirsiyên neviyê sêyemîn a terorê de dibêje: “Neviyê nû yê terorê ji tevlîhevbûna rêbaza DAIŞ û Qaide ye û tê pêşbînîkirin ji Iraq, Sûriye, Efrîqya û Efganistanê derkeve.”
Got jî: “Ev neviyê nû ji terorê dibe li dijî armancên aborî û civakî tevgerê bike ji bo rewşeke ajawe û tevliheviyê dirust bike.”
S. B