HSD riyên sereke yên rojhilatê Dêrazorê kontrol dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) riyên sereke yên li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kontrol dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) riyên sereke yên li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kontrol dike.
Medyaya nêzîkî HSDê belav kir, di encama şer û pevçûnên 24 demjimêrên derbasbûyî de li eniya Sosê û Şefa li rojhilatê Dêrazorê de, şervanên HSDê karîn çend riyên sereke kontrol bike ku di wan riyan re piştevanî ji çekdarên DAIŞê re dihatin.
Da zanîn jî, ji bilî wê yekê di encama pevçûnan de zêdetir ji 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Herwiha duhî şervanên HSDê li heman deverê gundên Ebû El-Hesen û Ebû El-Xatir ji destê çekdarên DAIŞê derxist.
S. B